Li Şirnexê operasyona asayîş û qaçaxçîtîyê: 79 binçavî

Walîtîya Şirnexê, daxuyand li giştîyê bajêr di encama operasyonê asayîş û qaçaxçîtîyê de 79 şikdar hatin binçavkirin.

Ekleme: 13.06.2023 14:09:47 / Güncelleme: 13.06.2023 14:09:47 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya walîtîyê de weha hat gotin:

“Di çarçoveya micadeleya bi qaçaxçîtîyê a fînansê terorê de, ji teref Midurtîya Ewlehîya Bajêr ya Şirnexê ve di navbera dîrokên 5-11 Hezîrana 2023yan de di encama xebatên ku li navend Şirnex û navçeyan de derheqê 30 şikdaran de mueyyîdeyên fermî hatine destpêkirin.

Di çarçoveya xebatên Midurtîya Şubeya Derê Xabûrê de jî 15 şikdar bi asayîş, 31 şikdar bi qaçaxçîtî, 1 şikdar mirovê winda, 2 şikdar jî bi sûcê terorê bi tevahî 49 şikdar hatin qefaltin.” (ÎLKHA)