Li Samsûnê baran bû sedema lehîyê

Li Samsûnê ji ber barana ku di sema sibehê de xwe tund kir lehî û av rabû, ji ber vê yekê cede, kolan û tax di bin avê de man, ji perwerdehîyê re jî navber hat dayîn.

Ekleme: 13.06.2023 11:25:30 / Güncelleme: 13.06.2023 11:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Semsûnê piştî hefteyekî lehîyeke nû çêbû.

Baranên dem dirêj yên ku di dema sibehê de dest pê kir, li navenda bajêr cede, tax û kolan di bin avê de man. Xanî û dikanan di bin avê de man, rê hilweşîyan û wesayît jî di nav avê de asê man.

Baran bû sedema rabûna çeman, ji ber vê yekê di çûyîn û hatinê de gelek zehmetî hatin kişandin, seferên tramvayê jî hatin betalkirin. Ji ber vê yekê karker jî ji çûndina dikan û cîhê karên xwe re zehmetîyê kişandin.

Midurtîya Perwerdehîya Netewî ya Bajarê Semsûnê diyar kir ku li navend Semsûn Îlkadim, Atakum û Canîkê hemû dibistan ji bo 13ê Hezîranê navber hat dayîn, li navçeya Tekkekoyê jî ji perwerdehîya çûnûhatinê re jî ji bo rojekî navber hat dayîn. (ÎLKHA)