Ji Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ji rapora NYyê re bertek

Zebihullah Mucahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, got ku rapora Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî a derheqê Efxenistanê de bi alîgir e û ji rastîyê jî dûr e.

Ekleme: 12.06.2023 14:05:32 / Güncelleme: 12.06.2023 14:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mucahîd di daxuyanîya xwe ya niviskî a ku belav kir de, got ku rapora 14emîn a ekîba analîz û Nêrtina Komîteya Mueyyîdeyên BMGKyê a li ser rewşa Efxenistanê, tesîrên li ser rayedarên Emîrtîya Îslamê û li ser aştî û ewlehîya dinyayê alîgir e û ji rastîyan dûr e.

Mucahîd weha got, “Di raporê de tê gotin ku di navbera serokên Hikumeta Efxen de nerînên cudayî hene, Efxenistanê ji bona terorîstan bûye cîheke ewlehî, qaçaxçîtîya tiryakê ji teref wezîfedarên fermî ve tê kirin, di nav hikumetê de komên nîjadî tunene û sûcên wek vana hatine îfadekirin. Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, ev sûcdarkirinê wek bêbinyat û neyartîya eşkere a li hember xelkê Efxenistanê diwesifîne. Bi taybetî ew gotinên ku di navbera serokên Emîrtîya Îslamê de nerazîbûn hene, propagandayên bêbinyat yê 20 salê dawîn cardin nîşan dide.”

“Emîrtîya Îslamê mesafeyeke baş pêşve birîye”

Mucahîd destnîşan kir ku ew raporê ku Emîrtîya Îslamê ji opozîsyonên welatên cîranê xwe û welatên yên dinê a herêmê re alîkarîyê dike an jî erdên Efxenistanê ji bona welatên dinê dide şixulandin bi tundî red dike.

Mucahîd weha got, “Li gorî xuya dike an kesên ku raporê amade dikin haya wan ji agahîyan tuneye an jî rastîyan bi zanayî şaş didin nîşandan an jî ji opozîsyonên Emîrtîya Îslamê ev agahîyan standine.”

Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê di taahhudên xwe de bi qerar e, ji erdên Efxenistanê ji bo herêmê, welatên cîran û welatên cîhanê re tehdîdek tuneye û ji bo ev tiştê jî garantîyê dide û nahêle ku erdên wî ji bo yekê din bê şixulandin.

Ev gotin bi xebat û başveçûna rewşê a bi welatên cîran re jî nîşan dide ku gotin û tahhud bi cîh tênê, di vê rewşê de Emîrtîya Îslamê gelek pêşve çûye. Ev endama bawerîya li hemberî ye.

Emîrtîya Îslamê destnîşan dike ku micadeleya bi tiryakê, hilberîn û qaçaxçitîyê re dike, ku ev micadele jî di raporên medyaya navneteweyî de jî ên ku di demên dawîn de hatine belavkirin û ji bo gotinên me jî delîl in. (ÎLKHA)