Serdegirtina malan a Rejîma îşxalker a Siyonîst: 25 esîr

Hat diyarkirin ku leşkerên rejima îşxalker a siyonîst di serdegirtinên ku li herêmên cuda yên Filistînê hatin kirin de 25 filistînî hatin esîrgirtin.

Ekleme: 08.06.2023 13:40:36 / Güncelleme: 08.06.2023 13:40:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin ku îşxalkeran doh bi şev bi ser gelek edresên Şerîeya Rojava de girtin.

Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de 14 ji wan ji Nabluse 25 Filistini hatin desteserkirin.

Siyonîstên îşxalker ku gelek caran li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a îşxalkirî diavêjin ser malan, bi îdiayên curbecur Filistîniyan esîr digrin.

Rejîma îşxalker a siyonîst ku bi ser malên Filistîniyan de bi piranî di derengiya şevê an serê sibê de bi ser malên Filistîniyan de digire, malên ku lêgerîn kirine wêran dike, eşyayên wan xera dike û jin, zarok û kal û pîrên ku ji xewê şiyar bûne ditirsîne.

Fîlîstîniyên ku hatine desteserkirin bê hincet bi rojan li navendên ku jê re tê gotin "navendên girtîgehê" tên girtin. (ÎLKHA)