Li Sirbistanê qerara hilbijartina giştî ya nû

Li Sirbistanê piştî êrîşên ku bûn sedemên mirina gelek mirovan qerara hilbijartina giştî ya nû hat girtin.

Ekleme: 08.06.2023 10:15:32 / Güncelleme: 08.06.2023 10:15:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Aleksandar Vucicê Serokkomarê Sirbistanê di banga xwe ya ku ji xelkê re kir de weha got, “Em dê bisekinin ku hinek kes mizakere bikin, lê di holê de ye ew li hêvîya hinek tiştên dine ne. Tu kes ji kolanan an jî bi şiddetê ew ê neyê desthilatdarîyê. Wan deman di berê de man.”

Di meha Gulanê de li Sirbistanê ji dibistanek û gundekî re êrîş hatibû kirin û di wan êrîşan de gelek kesan canê xwe ji dest dan.

Li welêtê ku bûyerên şîddetê zêde bûn qerara hilbijartina giştî ya pêşwext hat girtin.

Aleksandar Vucicê Serokkomar û Ana Brnabicê Serokwezîrê Sirbistanê li Belgrada paytext bang li xelkê kirin.

Aleksandar Vucic, bal li ser bûyerên şîddetê yên ku di demên dawîn de tên kirin kişand û weha got, “Em dê bisekinin ku hinek kes mizakere bikin, lê di holê de ye ew li hêvîya hinek tiştên dine ne. Tu kes ji kolanan an jî bi şiddetê ew ê neyê desthilatdarîyê. Wan deman di berê de man.”

Vucîcê ku îfade kir li welêt hilbijartina giştî ya pêşwext eşkere bûye weha got, “Niha pirsekî tenê, ew ê hilbijartin kengî bên kirin.” Serokkomar Vucîc îfade kir ku di dema serokkomarîya wî de ew ê li welêt desthilatdarîya demborî neyê kirin, ev tişt, ew ê bê vê meneyê ku welat ji teref hêzên derve ve bê îdarekirin. (ÎLKHA)