Îran balyozxaneya xwe ya Rîyadê îro vedike

Wezareta Karên Derve yê Îranê, daxuyand ku ew îro li Rîyadê balyozxaneyê xwe vedikin.

Ekleme: 06.06.2023 10:30:29 / Güncelleme: 06.06.2023 10:30:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Nasir Kenanîyê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê, got ku ew bi temambûna pêvajoya minasebetên nû yên bi Erebîstana Siûdî re sefîrxane û balyozxaneyekî vebikin.

Kenanî, weha got, “Balyozxaneya Rîyadê ya Îranê, Konsolxaneya Cîddeyê û Temsîlkarîya Daîmî a Teşkîlata Hevkarîya Îslamê bi fermî dê bê vekirin. Vekirinan ew ê 6ê Hezîranê roja Sêşemê û 7ê Hezîranê roja Çarşemê bên kirin.”

Kenanî, diyar kir ku sefîrxane û konsolxaneyan ji bo hecîyên Îranî alîkarî bikin dest bi fealîyetên xwe kirin. (ÎLKHA)