Ji Walîtîya Şirnaxê derheqê cerdevanê ku hat kuştin de daxuyanî

Walîtîya Şirnexê, weha daxuyand, “Li gorî diyarîyên ewil tê nirxandin ku bûyer êrîşa terorê ye”

Ekleme: 05.06.2023 15:05:29 / Güncelleme: 05.06.2023 15:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Walîtîya Şirnexê, derheqê Mustafa Erdemê cerdevan yê ku li navçeya Cizîrê hat kuştin de daxuyanî da.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Mustafa Erdemê Cerdevanê ewlehîyê di 4ê Hezîranê seat 21.00an de li Taxa Sura navçeya Cizîrê di encama êrîşa çekdarî de hatîye kuştin. Li gorî diyarîyên ewil tê nirxandin ku bûyer êrîşa terorê ye. Derheqê bûyerê de tehqîqateke pir alî tê kirin.” (ÎLKHA)