Li Haîtîyê lehî:15 mirî

Di encama lehî û hezîna axê ya li Haîtîyê de 15 kes mirin, 8 kes jî winda bûn.

Ekleme: 05.06.2023 13:50:30 / Güncelleme: 05.06.2023 13:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Haîtîya welatekî giravê baraneke tund tesîrdar bû. Ji ber baranê lehî rabû û ax hezîya.

Li gorî çapemenîya welêt heta niha 15 kesan canê xwe ji dest dan, 8 kesan jî winda bûn.

Ji ber barana ku bi hezaran malbat tesîrdar bûn 1200î zêdetir xanî jî zerarê dîtin.

Di weşanên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin de tê dîtin ku tax û ceddeyên welêt bûne wek golê û erebe bi avê ve diçin.

Nêzê 13 hezar û 400 kesan zerarê dîtin û erdên ajotî jî zerarê dîtin.

Rayedaran diyar kirin ku heta sibe texmîn dikin ku ew ê barîna baranê bidome. (ÎLKHA)