Li Çînê hezaz çêbû: 14 kes mirin

Di encama şimitîna ku li wîlayeta Sichuan a Çînê pêk hat de 14 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî winda bûn.

Ekleme: 04.06.2023 15:15:30 / Güncelleme: 04.06.2023 15:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li bajarê Leşan ê bajarê Sichuanê qewimî.

Li gor medyaya welêt piştî barana zêde li herêma çiyayî şimitîn çêbû.

Erdê ku diherikî li ser mirovên li zeviyek daristanî ya li herêmê kom bûbûn hat xwarê.

Piştî bûyerê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristiyê û lêgerîn û xilaskirinê hatin sewqkirin.

Di encama lêkolînan de cenazeyên 14 kesan hatin dîtin, lêgerîna 5 kesên winda jî didome. (ÎLKHA)