Ji bo 27 bajaran hişyariya barana zêde hat dayîn

Saziya Keşnasî ragihand ku li 27 bajaran ew ê baraneke zêde bibare û talûkeya lehiyê heye.

Ekleme: 04.06.2023 11:50:06 / Güncelleme: 04.06.2023 11:50:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasî îro Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an li bajarên Gîresûn, Ertvîn, Çewlig û Mûşê dê baraneke zêde bibare hişyarî hatiye dayîn ku dijî talûkeya lehiyê tedbîrên hewce bên girtin.

Li piraniya herêmên welat jî ji bo dema hefteyekê ew ê baran bibare û li bajarên wek Sakarya, Kayseri, Kirşehir, Nevşehir, Amasya, Tokat û Çorumê jî hişyariya lehiyê hatiye dayîn.

Tê pêşbînîkirin ku vê hefteyê li bajaran pileya germê 2 heta 6 pileyan zêde bibe û li çend herêman jî ba û bahoz çêbibe. (ÎLKHA)