Li Mêrsînê otobûs li şerempolê gêr bû: Gelek birîndar hene

Li navçeya Anamura Mêrsînê otobûsek ji ber mij û baranê ji rê derket û li şerempolê gêr bû. Li gorî dîyarîyên ewil gelek birîndar hene.

Ekleme: 04.06.2023 11:20:29 / Güncelleme: 04.06.2023 11:20:29 / Xeberen Kurdi / Mersin Haberleri
Destek için 

Qeza, di seatên sibehê de li ser rêya Anamur-Gazîpaşayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûseke bi plaqeya 16 ASR 690 a ji modela mercedesê ku li alîyê Entelyayê diçe ji ber baran û mijê şofêrê ortobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda dike û pêşî li pesara çîya dixe û dûre jî li şerempolê gêr dibe.

Hat îfadekirin ku li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Hat dîyarkirin ku di qezayê de gelek birîndar hene û birîndarên ku hatine xelaskirin jî sewqê nexweşxaneyê hatin kirin. (ÎLKHA)