Arteşa Ûkraynayê li Bahmûtê êrîşî Wagnerê kir: 80 mirî

Wagnera ku koma leşkerên bi pera yê Rûs in, ji bajarê Bahmûtê ku di demên dawî yên di şer de cihê lihevxistina herî dijware vedikişe û cihê xwe berdide ji hêzên Rûs re. Vexuyanên di heqê êrîşên arteşa Ûkrayna yê ku dema vekişînê de çebûye derket holê. Ûkrayna diyarkir ku di van êrîşan de 80 endamên Wagnerê hatine kuştin.

Ekleme: 01.06.2023 15:25:30 / Güncelleme: 01.06.2023 15:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat diyarkirin ku di êrîşên artêşa Ûkraynayê ku li herêma Bahmûtê çêdibe de 80 şervanê Wagnerê hatine kuştin û 119ê wan jî hatine birîndarkirin.

Koma Wagnera Rûsyayê, piştî lihevxistinên herî dirêj ya şerê, Bahmûtê xistin li bin kontrola destê xwe û dûre jî dest bi dewr kirina şûna xwe kirin.

Yîvgenî Prîgojînê ku serokê Wagnerê ye diyarkiribû ku tenê li lihevxistinên Bahmûtê heta niha 20 hezar leşkerên ku nezî 10 hezarê wan ji girtîgeha Rûsyayê hatibûn derxistin mirin e. (ÎLKHA)