Li Bedlîsê şerê çekdarî: Kesek mir, kesek jî bi giranî birîndar bû

Di şerê çekdarî yê ku ji ber sedemeke nediyar li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê derket de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Ekleme: 31.05.2023 09:55:31 / Güncelleme: 31.05.2023 09:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer di saetên danê nîvro de li qada Otosanayîya Tetwanê qewimî. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin kes an jî kesên ku hatin otosanayîyê bi bav û kurê ku bi wan re nîqaş dikirin gulebaran kirin.

Di şer de O.A. jiyana xwe ji dest da û bavê  wî N.A. bi giranî birîndar bû. Birîndar bi ambûlansa ku hat cihê bûyerê hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê ya Bedlîsê.

Hat hînbûn ku li cihê bûyerê û derdora nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)