Li Sûdanê ji ber pevçûnan hejmara mirîyan derket 850 kesî

Hat ragihandin ku li Sûdanê ji ber pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez de heta niha 850 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 31.05.2023 09:50:31 / Güncelleme: 31.05.2023 09:50:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyaniya Komîteya Navendî ya tebîban a Sûdanê, di şerê navbera artêş û mîlîsên HDK'ê de 850 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 7 kes jî birîndar bûne.

Nakokiya di navbera artêş û HDK'ê ya van çend mehên dawî de li ser reforma ewlekariya leşkerî berî vê çend rojan veguherî nakokiyeke germ di navbera her du hêzan de.

Artêş dixwaze HDK bi temamî tevlî artêşê bibe. (ÎLKHA)