Li Fransayê êrîşa çekdarî: 3 kes mirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê di êrîşeke çekdarî de 3 kes mirin.

Ekleme: 22.05.2023 11:55:31 / Güncelleme: 22.05.2023 11:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Marsîlyayê li ber klûbeke şevê qewimî.  Li gorî medyaya welêt, şofêrekî nenas bi tivinga kalaşnîkovê gule li otomobîleke parkkirî ku 5 kes tê de bûn, reşand.

Di êrîşê de 3 kesên di wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku wesayîta êrîşkarê ku ji cihê bûyerê reviyaye şewitî hat dîtin.

Lêgerîna girtina êrîşkar dewam dike. (ÎLKHA)