Li Îtalyayê di lehiyê de 8 kes mirin

Hat diyarkirin ku li herêma Emîlya Romagna ya li bakurê bakurê Îtalyayê ye di lehiya ku ji ber barana zêde derket de herî kêm 8 kes mirin.

Ekleme: 18.05.2023 12:40:35 / Güncelleme: 18.05.2023 12:40:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li herêma Emîlîa Romagnayê ji ber barana zêde ya ku ji duh ve bi tesîr bû lehî rabû û di lehiyê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Deryavanî û Parastina Sivîl Nello Musumeci di daxuyanîya ku da de derbarê felaketa lehîyê ya ku bi Emîla Romagnayê rabû de got ku li herêmê hemû çem bi ser ve çûn û 24 bajarok di bin avê de man.

Musumeci anî ziman ku seferên trenê yên herêmê rawestiyane û bang li gelê herêmê kir ku cih û warên xwe neterikînin.

Her wiha tê gotin ku 50 hezar kes li herêmê  bêceyran man. (ÎLKHA)