Li Nîjeryayê 4 xebatkarên balyozxaneya Amerîkayê hatin kuştin

Hat ragihandin li parêzgeha Anambraya Nîjeryayê 4 xebatkarên balyozxaneya Amerîkayê hatin kuştin.

Ekleme: 17.05.2023 11:50:29 / Güncelleme: 17.05.2023 11:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku di çapemenîya welêt de hatin belavkirin, êrîşa çekdarî li herêma Ogbaruyê li xebatkarên balyozxanê hat kirin.

Tê diyarkirin di encama êrîşê de 4 xebatkarên balyozxaneya Amerîkayê mirin û gelek kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)