NY: Hejmara kesên ku li Etîyopyayê ji ber lehîyê mirin derket 45 kesan

Hat ragihandin ji ber lehîyên ku ji 12 Gûlanê vir ve li Etîyopyayê ji ber baranên zêde radibin hejmara kesên ku canê xwe ji dest didin her ku diçe zêdetir dibe.

Ekleme: 16.05.2023 15:50:33 / Güncelleme: 16.05.2023 15:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat belavkirin ji ber lehîyan heta niha 45 kes canê xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî zirar dîtin.

Tê diyarkirin 35 hezar kes ji ber lehîyan terka malên xwe kirin.(ÎLKHA)