Li Şirnexê şer û pevçûna bi kêr: 13 birîndar

Li Şirnexê di encama şerê ku bi kêran di navbera du koman hat kirin de 13 kes birîndar bûn.

Ekleme: 08.05.2023 12:05:35 / Güncelleme: 08.05.2023 12:05:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Taxa Cumhuriyetê ya navendî pêk hat.

Doh êvarî ji ber sedemeke nediyar di navbera her du koman de nîqaş derket.

Piştî ku niqaş veguherî şer, 13 kes bi kêrê birîndar bûn.

Birîndar ji teref ekîbên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê ve hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

7 kesên ku tê îdiakirin tevlî şer bûne hatin binçavkirin. (ÎLKHA)



Etiketler: