Otobusa turê ya ku xwendekar têde bûn qeza kir: 3 mirî 44 birîndar

Li Bûrsayê otobusa ku xwendekar têde bûn qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes canê xwe ji dest dan û 44 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 01.05.2023 11:05:29 / Güncelleme: 01.05.2023 11:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li navçeya Înegolê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa turê ya ku ji Çanakkaleyê vedigerîya Enqerê û xwendekar têde bûn ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê qeza kir.

Di encama qezayê de 2 xwendekar û şofêrê otobusê canê xwe ji dest dan û 44 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin(ÎLKHA)