Li Burkîna Fasoyê êrîş li yekîneya leşkerî hat kirin: 33 mirî

Hat ragihandin di encama êrîşa çekdarî ya ku li Burkîna Fasoyê li yekîneya leşkerî hat kirin de  33 leşker mirin û 12 jî birîndar bûn.

Ekleme: 28.04.2023 16:09:48 / Güncelleme: 28.04.2023 16:09:48 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref artêşê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, kesên nasnameyên wan nediyar li parêzgeha Gourmayê êrîşî leşkeran kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, di encama êrîşê de 33 leşker mirin û 12 jî birîndar bûn.(ÎLKHA)