Li Şirnexê êrîşa çekdarî li du malan hat kirin: 1 mirî, 2 birîndar

Li Şirnexê di êrîşa çekdarî ya ku li du malan hat kirin de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 24.04.2023 14:55:30 / Güncelleme: 24.04.2023 14:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li gundê Aşagi Yavşana girêdatê navçeya Hezexê qewimî.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bi şev êrîşa çekdarî li du malan hatin kirin.

Di êrîşê de H.Y, A.E. û E.E. bi giranî birîndar bûn. H.Y. digel temamê mudaxeleyan  jiyana xwe ji dest da.

Derbarê sedema êrîşê de ti agahî nehat dayîn. Cendirmeyan ji bo girtina êrîşkaran li herêmê operasyon da destpêkirin. (ÎLKHA)