Li Nîjeryayê êrîşa bi çek: 16 mirî

Di encama êrîşa çekdarî ya ku li eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê hat lidarxistin de  16 kes mirin.

Ekleme: 20.04.2023 12:50:33 / Güncelleme: 20.04.2023 12:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin çekdarên nenas êrîşî gundên Zamfara li Nîjeryayê kirin.

Di êrîşan de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Polîsên Eyaleta Zamfara Mihemed Şehu diyar kir ku hêzên ewlehiyê sewqî herêmê hatine kirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Parêzgeha Zamfara 5 sal in rastî êrîşên çeteyên çekdar tê. (ÎLKHA)