Li Nîjeryayê êrîşa bi çek: 16 mirî
Di encama êrîşa çekdarî ya ku li eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê hat lidarxistin de 16 kes mirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin çekdarên nenas êrîşî gundên Zamfara li Nîjeryayê kirin.
Di êrîşan de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Polîsên Eyaleta Zamfara Mihemed Şehu diyar kir ku hêzên ewlehiyê sewqî herêmê hatine kirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Parêzgeha Zamfara 5 sal in rastî êrîşên çeteyên çekdar tê. (ÎLKHA)