Li Sûdanê ji ber pevçûnan hejmara mirîyan derket 270 kesî

Hat ragihandin ku li Sûdanê ji ber pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez de heta niha 270 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 19.04.2023 10:55:28 / Güncelleme: 19.04.2023 10:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyaniya Komîteya Navendî ya tebîban a Sûdanê, di şerê navbera artêş û mîlîsên HDK'ê de 270 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2600 kes jî birîndar bûne.

Nakokiya di navbera artêş û HDK'ê ya van çend mehên dawî de li ser reforma ewlekariya leşkerî berî vê çend rojan veguherî nakokiyeke germ di navbera her du hêzan de.

Artêş dixwaze HDK bi temamî tevlî artêşê bibe. (ÎLKHA)