ÎTTÎHADUL ULEMA ji ber minasebeta Leyletul Qedrê peyam weşand

Ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve ji ber minasebeta Leyletul Qedrê peyamek hat weşandin.

Ekleme: 17.04.2023 12:30:30 / Güncelleme: 17.04.2023 12:30:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di peyama ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve hat weşandin de ayetên 1-3yan a sûreya Qedrê “Bi rastî me ew (Qur’an) di şeva Qedrê da nâzilkir. Tu dizanî şeva Qedrê çi ye. Şeva Qedrê ji hezar mehan çêtir e.” hat bi bîrxistin.

“Divê were zanîn ku tekane reçeteya rizgarî û xelasîyê Qur'an e”

Di berdewama peyama ku hat weşandin de hat destnîşankirin, bi destpêkirina sêmehan atmosfera manewî ku em ketinê bi Leyletul Qedrê sertaç dibe û dû re wisa hat gotin: “Misilmanên ku vê şevê bi zikr û îbadet derbas dikin mezherî litf u kerema Xweda bûne. Ev şev ewqas bi xêr û bereket e kesên ku wê îdrak dikin em wan bextewar dibînin. Em ji Rebbê xwe nîyazê dikin ku me jî bigerîne ji wan kesên ku vê şevê bi heqê wê îdrak dikin. Hemdê bêdawî ji Rebbê me re be ku me aniye şeveke wisa pîroz, ku berdêla îbadetê qat bi qat zêdetir e herwekî ku deqîqeyeke wê teqabulî çend mehan dikin. Hêvîya me ji Rebbê me ew e ku wekî ku me aniye vê şevê, ew firsendê bide me ku em wê şevê bi heqqî îdrak bikin. Divê were zanîn ku tekane reçeteya rizgarî û xelasîyê Qur'an e.”

Di peyama ku di berdewama wê de hat gotin mu’min li çar aliyê cîhanê ji bo îhyakirina Şeva Qedrê tu dibê qey bihevdu re dikevin pêşbazîyê û dû re wiha dawî li peyamê hat anîn: “Dema dikevin deh rojên dawî yên Remezanê, mizgeft û câmî ji bo îtikafê tijî dibin. Tişta ku li vir tê xwestin bê şik şeva Qedrê ya bi mizgîniya Pêxemberê me ye. Şeva 27emîn a Remezanê ku gelek alim îşaret bi vê şevê dikin ji bo însana rizgarî û xelasî ye. Em weke ÎTTÎHADUL ULEMA şîreta me ew e ku ji bo ihyakirina vê şevê, ji karên xwe yên dinyayê xilas bibin, li mizgeft û câmîyan bi cih bibin û heta fecr davêje ku vê şevê selamet û dema aram e baş têbigihin. Bi vê minasebetê em şeva Qedrê li temamê alema Îslamê pîroz dikin û dixwazin ku ev şev bibe rêya yekitiya ummetê.”(ÎLKHA)