Li Îzmîr û Muxlayê 92 koçberên ku di behrê de mahsûr mabûn hatin xelaskirin

Hat ragihandin li Îzmîr û Muxlayê 92 koçberên ku di behrê de mahsûr mabûn hatin xelaskirin.

Ekleme: 11.04.2023 11:55:28 / Güncelleme: 11.04.2023 11:55:28 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin koçberên ku li Îzmîr û Muxlayê hewl didan derbasî Yewnanistanê bibin ji teref hêzên Yewnanistanê ve hatin vegerandin hêla Tirkîyeyê û di behrê de mahsûr man.

92 koçberên ku di behrê de mahsûr mabûn ji teref ekîbên hêzên ewlehîya beravê ve hatin xelaskirin.(ÎLKHA)