Li Ekvadorê hejmara kesên ku ji ber hezaza axê mirin derket 33 kesan

Hat ragihandin ji ber hezaza axê ya ku li Ekvadorê pêk hat hejmara  kesên canê xwe ji dest dan derket 33yan.

Ekleme: 10.04.2023 12:45:29 / Güncelleme: 10.04.2023 12:45:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li bajaroka Alausîya girêdayê parêzgeha Chimborazoyê pêk hatibû. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana zêde ya ku barîya li bajarokê hezaza axê pêk hatibû û di encama bûyera ku pêk hatibû de 28 kes canê xwe ji dest dabûn. Hat hînbûn hejmara kesên ku mirin ji 28 kesan derket 33 kesan.

Tê diyarkirin ji bûyera ku pêk hat 6 kes sax filitîn û ji 55 kesan jî hêj xeber nayê standin û bi dehan mal di bin axê de man.(ÎLKHA)