Lijneya Alimên Misliman ên Iraqê ji bo Allame Şêx Tayyîb el-Behrekî peyama tazîyê weşand

Ji teref Lijneya Alimên Misliman ên Iraqê ve ji bo Allame Şêx Tayyîb el-Behrekî peyameke tazîyê hat weşandin.

Ekleme: 10.04.2023 12:05:29 / Güncelleme: 10.04.2023 12:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sekreterîya Giştî yê Lijneya Alimên Misliman ên Iraqê di peyama xwe ya tazîyê ya ku ji bo Allame Şêx Tayyîb el-Behrekî weşand de destnîşan kir, ew ji bo merhûm rehmet, ji bo malbata wî û hezkiriyên wî sersaxîyên xwe tînin zimên.

Di berdewama peyama ku hat weşandin de derbarê mijarê de wisa hat destnîşankirin: “ Allame Şêx Tayyîbel-Behrekî xwedî şexsîyetekî wisa bû ku rêya wî ilm, rastî, heqîqet bû û ew her tim bi rêya aliman ve girêdayî bû. Ew ji bo alim û telebeyên ilmê yên Kurd bûbû mercîê fetwayê. Ew pir zêde ehemmîyet dida perwerdehîyê û icazet daye gelek telebeyan. Her wisa ew gelek zêde ehemmîyet dida nivîsîna kitêban. Em ji Rebbê xwe teleb dikin ku wî bi rehma xwe şa bike û bi mukafata herî xweşik bi mukafat bike. Em ji bo merhûm rehmet, ji bo malbata wî û hezkiriyên wî sersaxîyên xwe tînin zimên.”(ÎLKHA)