Ji bo herêmên erdhejê hişyarîya bayê tozê!

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ew ê li wan bajarên ku ji erdhejê zirar dîtine barkirina tozê çêbe.

Ekleme: 04.04.2023 11:40:34 / Güncelleme: 04.04.2023 11:40:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber ku li wan bajarên ku lê erdhej pêk hat  tê payîn ku toz bê barkirin, li hemberî neyînîyên wek kêmbûna dîtinê, kêmbûna kalîteya hewayê û astengiyên di sewqê da divê bi dîqet û baldar bin.

Pispor şîret dikin ku li hember veguheztina tozê, bi taybetî yên bi nexweşiyên nefes û dil, kal û pîr û zarok zêdetir baldar bin.

Veguheztina tozê çawa çêdibe?

Li çolan, pariyên tozê yên nisbeten mezintir li nêzikî deverên xwe yên jêdera rûdinin, lê yên piçûktir dikarin bi hezaran kîlometreyan bigerin. Ev rewş wekî veguhestina tozê tê binavkirin. Veguheztina tozê dikare bandora xwe li deverên dûrtir ên bi bahozên tozê pêk bîne. (ÎLKHA)