Li Ekvadorê ji ber barana zêde hezaza axê pêk hat: 16 mirî

Hat ragihandin ji ber hezaza axê ya ku li Ekvadorê pêk hat 16 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 28.03.2023 14:05:31 / Güncelleme: 28.03.2023 14:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li bajaroka Alausîya girêdayê parêzgeha Chimborazoyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana zêde ya ku barîya li bajarokê hezaza axê pêk hat. Di encama bûyera ku pêk hat de 16 kes canê xwe ji dest dan.

Tê diyarkirin ji bûyera ku pêk hat 6 kes sax filitîn û ji 7 kesan jî hêj xeber nayê standin û bi dehan mal di bin axê de man.(ÎLKHA)