Li 4 bajarên ku lê ji ber edhejê zirareke mezin pêk hatibû mekteb îro vebûn

Hat ragihandin  li bajarên bi navê Mereş, Semsûr,Hetay û Malatyaya ku lê ji ber edhejê zirareke mezin pêk hatibû mekteb îro vebûn.

Ekleme: 27.03.2023 16:25:30 / Güncelleme: 27.03.2023 16:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li navçeyên Andırın û Ekinözüya Mereşê, li navçeyên Arapgir, Arguvan, Hekimhan, Darende, Doğanyol, Pütürge, Kale û Yazıhana Malatyayê, li navçeyên Altınözü, Arsuz, Dörtyol, Erzin, Reyhanlı, Payas û Yayladağıya Hetayê û li navçeyên Çelikhan, Kâhta, Gerger, Samsat û Sincika Semsûrê îro mekteb vebûn.

Xwendekarên ku di konteyneran de dimînin dê bi wesayîtan bên birîn û anîn.(ÎLKHA)