Hejmara kesên ku ji ber lehîyê rehmet kirin derket 20 kesan

Hat ragihandin hejmara kesên ku ji ber lehîyên li Semsûr û Rihayê rabû rehmet kirin derket 20 kesan.

Ekleme: 21.03.2023 10:55:26 / Güncelleme: 21.03.2023 10:55:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berî vê 6 rojan  ji ber barana ku zêde barîya li Semsûr û Rihayê lehî rabû û gelek mal, dikan û kargeh di bin avê de man û însan di ber avê re çûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  ji ber lehîya ku rabû li Rihayê 17 kes û li Semsûrê jî 3 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)