Bersivên pêşbirka Sîyerê a ku bi şîara “Wî Bixwîne Wî Bijî” hat parvekirin

Pêşbirka Sîyerê a ku bi şîara “Wî Bixwîne Wî Bijî“ li giştîyê welat di rojên septê û yekşemê de li ser înternetê hat lidarxistin.

Ekleme: 13.03.2023 15:15:30 / Güncelleme: 13.03.2023 15:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pêşbirka ku her sal ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember tê lidarxistin îsal jiber erdhejên Mereşê li ser înternetê hat lidarxistin.

Di daxuyanîya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember hat belavkirin de hat dîyarkirin, Pêşbirka Sîyerê a ku di hat plankirin di 12 Sibatê de bê lidarxistin ji ber erdhejan hatibû taloqkirin 11 û 12ê Adarê.

Pêşbirka Sîyerê a taloqbûyî wiha pêkhat;

Di 11ê Adarê roja septê de kategorîya 3yemîn (sinifên 9-10-11-12) di navbera saet 11.00an û 14.00an de, di 11ê Adarê roja septê de kategorîya 4emîn (ên mezin) piştî nîvroj di navbera saet 16.00 û 19.00ê şevê de,  di 12ê Adarê roja yekşemê kategorîya 1emîn (sinifên 4-5) di navbera saet 11.00an û 14.00an de, di 12ê Adarê roja yekşemê kategorîya 2yemîn (sinifên 6-7-8) ) piştî nîvroj di navbera saet 16.00 û 19.00ê şevê de pêk hat.

Kesên ku beşdarî îmtîhanê bûne dikarin ji lînka weqfê bersivan kontrol bikin. (ÎLKHA)