Li Mêrdînê şerê çekdarî: 1 mirî 5 birîndar

Di encama şerê çekdarî ya ku li Mêrdînê  pêk hat de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 09.03.2023 12:15:30 / Güncelleme: 09.03.2023 12:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li gundê Tinişira Mêrdînê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di navbera kesên ku tê diyarkirin nasên hev in de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şerê çekdarî derket.

Di encama pevçûna ku derket de kesê bi navê H.K. canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)