Li Bangledeşê di tesîsa tijekirina tûpa oksîjenê de teqîn pêk hat: 6 mirî

Hat ragihandin li Bangledeşê di tesîsa tijekirina tûpa oksîjenê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de  6 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 05.03.2023 09:50:29 / Güncelleme: 05.03.2023 09:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li herêma Sîtukundayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di tesîsa tijekirina tûpa oksîjenê de teqîn pêk hat. Di encama teqînê de  6 kes canê xwe ji dest dan û 25 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin(ÎLKHA)