Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Nasir kir

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Heyder Ebadîyê Serokê Hevpeymaniya Nasir kir.

Ekleme: 03.03.2023 09:40:33 / Güncelleme: 03.03.2023 09:40:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtinê ku li Selahaddîn hat kirin de rewşa siyasî ya Iraqê û hengavên ji bo çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û palpiştîkirina reform û çaksaziyê guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser hemahengiya her du aliyan li helwestên siyasiyan de kirin.(ÎLKHA)