Ji bo Îmran Xan qerara girtinê

Di 3 dozên ku ji 4 dozan yên ku derheqê Îmran Xanê Serokwezîrê Berê yê Pakistanê ye de didomin qerara “kefaleta demborî” hat dayîn, di dozekî de jî qerara girtinê hat dayîn.

Ekleme: 01.03.2023 10:05:31 / Güncelleme: 01.03.2023 10:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê Îmran Xanê Serokwezîrê Berê yê Pakistanê de 4 dozên ku bi sûcên, terorê, teşebbûsa kuştina sîyasetmedarekî hember, bertil, firotina diyarîyên dewletê û veşartina mal û milkê xwe de 4 doz hêj didomin.

Xanê ku mijdara borî di mîtîngê de ji çokê xwe gule xwar û ji teref alîgirên xwe ve hat pêşwazîkirin.

Xan ji wan 4 dozên xwe nikaribû beşdarî yên 2 heban bibe û di dozên bi îddîaya terorîzm û teşebûsa kuştina sîyasetmedarekî hember de jî heqê “kefaleta demborî” hat dayîn.

Di doza veşartina mal û milkên xwe û firotina diyarîyên dewletê de jî, ji ber ku nikaribû beşdarî dozê bibe derheqê wî de qerara kefalet û girtina astengkirina tehîyebûna wî de qerar hat dayîn. (ÎLKHA)