Li Yewnanistanê du trên li hev qelbîn: 32 mirî, nêzê 100 kesan birîndar bûn

Li nêzê bajaroka Tempeya Yewnanistanê di encama li hev qelibîna du trênan de herî kêm 32 kes mirin, nêzê 100 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 01.03.2023 09:40:27 / Güncelleme: 01.03.2023 09:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Walîyê Teselyayê, got ku trêneke rêwîyan a ku ji Atînayê ew ê biçûna Selanîkê, di derveyê  bajara Larîssayê de li trêna bar qelibî.

Walî Konstantinos Agorastos got ku “Li hev ketin gelek bi şîddet bû” û diyar kir ku 4 vagonên pêşî ji rê derketin.

Agorastos, got ku piştî li hev ketinê du vagon şewitîn.

Nêzê 250 rêwî jî bi otobûsan di nav ewlehîyê de ji Selanîkê re hatin tehlîyekirin.

Hat dîyarkirin ku di nav trêna ku li gorî seatên mehelî di 19.30yan de ji Atînayê birê ketîye de 350 kes hebûne. Trêna qargoyê jî ji Selanîkê diçû Larîssayê. (ÎLKHA)