Li Kongoyê bajara Rubayê ket destê îsyankaran

Bajara Rubaya maden yê Komarîya Demokratîk a Kongoyê, ket destê îsyankaran.

Ekleme: 28.02.2023 09:50:33 / Güncelleme: 28.02.2023 09:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Endamên Tevgera 23 Adarê yên ku di 25ê Sibatê de bajara Mushakîyê bidestxistibûn, li rojhilata welat pêşveçûnên xwe didomînin.

Bajara Rubaya ku girêdayê wîlayeta Bakur-Kîvuye jî piştî pevçûnên ku 2 rojan berdewam kir ket destê tevgera M23, hêzên ewlehîyê jî mecbûr man ku herêmê terk kirin.

Li welat, gengeşîya ku di navbera endamên tevgera M23 û artêşa welat de heye di demekîye ji pevçûnan re vegerîya ye.

Pevçûnên ku meha Mijdara 2021an de dest pê kiribû, li herêmê bi hezaran sîvîlan ji cihê xwe kir.

Kongo, Ruandayê ji ber ku madenên zêr, Kolton û Kobaltê derxe û ji bo menfeatên xwe bişxulîne  û dayîna piştgirîyê ji koma îsyankarê M23 sûcdar dike.

Ruanda jî îddîayên ku eleqeya wê bi M23 re heye qebûl nake. (ÎLKHA)