Li Efxenistanê li dijî DAÎŞê operasyon

Li Kabîla paytexta Efxenistanê di operasyona li dijî DAÎŞê de 2 kes hatin kuştin, kesek jî hat qefaltin.

Ekleme: 27.02.2023 11:40:25 / Güncelleme: 27.02.2023 11:40:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd, di hesaba xwe ya medyaya civakî de daxuyanîyek belav kir û îfade kir ku li herêma Xeyr Xaneya ya Kabîlê ji edresekî ku endamên DAÎŞê tê de xwe vedişartin re operasyonek hat lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku di operasyonê de 2 encamên DAÎŞê hatin kuştin, kesek jî sax hat qefaltin û gelek çek û cebilxane jî hatin bidestxistin.

Mucahîd îfade kir ku di operasyonê de ji leşkerên Emîrtîyê kesek zerarê nedîtin, bal kişand ku endamên DAÎŞê jî di hazirîya êrîşê de bûn. (ÎLKHA)