Çeteyên Hîndû êrîşî  turbeyeke Mislimanan kirin

Êrîşên çeteyên hov ên Hîndû li hember turbe û camîyên Mislimanan berdewam dikin.

Ekleme: 26.02.2023 12:25:30 / Güncelleme: 26.02.2023 12:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin çeteyên Hîndu li Maharashtrayê di wan rojên borî de bi teqemenîyê êrîş birin li ser turbeya Hazretî Seyîd Malîk Rehan Mîran.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin belavkirin de tê dîtin çete li ber devê turbeyê kom bûne û bi wehşîyane êrîş dibin li ser turbeyê.

Aktîvîstên Hîndî yên Misliman ji rewşê re bertek nîşan dan û destnîşan kirin, digel ku çend roj ji ser êrîşan derbas bûbe jî polê bi ti awayî midaxeleyî kesên êrîşkar nekirine.(ÎLKHA)