Li Îranê helîkoptera ku Wezîrê Werzişê tê de bû ket: Kesek mir, 11 birîndar

Di encama ketina helîkoptera ku Wezîrê Werzişê Hemîd Seccadî li bajarê Baftê yê Îranê tê de bû, şêwirmendê wezîr canê xwe ji dest da û Seccadî jî di nav de 11 kes birîndar bûn.

Ekleme: 24.02.2023 09:25:28 / Güncelleme: 24.02.2023 09:25:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li Stada Buffetê ya bajarê Baftê pêk hat.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê, helîkoptera ku Wezîrê Werzişê yê Îranê Hamîd Seccadî û kesên pê re tê de bûn, dema ku li stadyumê dadiket ket xwarê.

Di qezayê de şêwirmendê Seccadî Îsmaîl Ehmedî canê xwe ji dest da, Seccadî û 10 kesên din jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku rewşa Wezîr Seccadî û birîndarên din baş e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)