Li Brezîlyayê lehî û hezaz: 48 mirî

Li wîlayeta Sao Pauloya Brezîlyayê, ji lehî û hezazên ku ji ber barîna barana zêde pêk hatin 48 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 23.02.2023 11:25:29 / Güncelleme: 23.02.2023 11:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li wîlayeta Sao Pauloyê ji hefteya borî heta vê hefteyê baraneke tund tesîrdar e, ji ber vê yekê 48 kesan canê xwe ji dest dan.

Koordînatorê Parastinê Sîvîl yê Wîlayetê Hengeel Ricardo Pereira daxuyand, nêzê 3 hezar kesan ji herêma felaketê hatine tehlîyekirin, ji ber barîna barana tund yê ku hêj didome xebat jî di nav zehmetîyan de didome.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji bo 36 kesan hêj xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome. (ÎLKHA)