Di erdheja Mereşê de hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 43 hezar û 556 kesan

Erdhejên ku navenda wan Mereş bûn 11 bajaran bandor kir. Di encama erdhejan de hejmarê kesên ku canê xwe ji dest dane bû 43 hezar û 556 kes.

Ekleme: 23.02.2023 11:05:28 / Güncelleme: 23.02.2023 11:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê Karên Hindir Suleyman Soylu, derheqê rewşa dawî yê herêma erdhejê de daxuyanîyan da.

Soylu destnîşan kir ku piştî erdheja di mezinahîya 7,7an de pêk hat 7 hezar û 930 heb erdhejên biçûk pêk hatin, hejmarê kesên ku canê xwe ji dest dane jî derket 43 hezar û 556 kesan.

Soylu weha got, “Em li hember her welatîyên xwe yên ku canê xwe ji dest dane wezîfedar in. Ev travma encax bi yekîtî û bihevrebûneke mezin derbas bibe. Em ê di nav ev karê de bi şekleke qewettir derkevin. Girîngîya me heye, bajarên me xera bûn lê ev hêvîya me ji ortê ranake. Em li vê derê mecbûr in ku ev hêvîyê candar nîşan bidin, em mecbur in ku li gorî her wextî zêdetir bixebitin.”

Soylu di berdewama axavtina xwe de weha got, “Ji 600 hezarî zêdetir avahîyên me yên ku xera bûne, ew ê bi lez bên xerakirin, xesara giran û xesara orte ne heye. Dema ku em dikan mikanan jî bikin nav wî ev 750 hezarî jî dibîne. Gotina ku erdhejê pir mezin dikin tê vê me’neyê ku ew însafên xwe, wicdanên xwe û eqlên xwe danîne kêlekekî.” (ÎLKHA)