Ji Wezareta Karên Derve ji qetlîama îşxalkeran re bertek: Em lenet dikin, bi lez û bez êrîşan bidin sekinandin

Wezareta Karên Derve yê Tirkîye, êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst ku li Nablusê kir û 10 kesan şehîd kir 102 kesan jî birîndar kir tel’în kir.

Ekleme: 23.02.2023 10:25:29 / Güncelleme: 23.02.2023 10:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hat dayîn de weha hat gotin, “Em mirina herî kêm 10 Filistînî ku di nav wan de extiyar û sivîl û birîndarbûna zêdetir ji 100 kesan di encama êrîşa hêzên Îsraîlî de li bajarê Nablusê li Şerîeya Rojava di 22ê Sibatê de pêk hat, bi tundî şermezar û lenet dikin.”

Di daxuyanîyê de weha hat goti:

“Ji bo rê li ber xirecira tundûtûjiyê li herêmê bê girtin, pêwîst e rayedarên Îsraîlî zû dest ji êrîş û provokasyonên bi vî rengî berdin.

Rehma Xwedê li birayên me yên Filistînî yên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dane, bike, em sersaxiyê ji dewlet û xelkê Filistînê re dixwazin.” (ÎLKHA)