• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Ji Wezareta Karên Derve ji qetlîama îşxalkeran re bertek: Em lenet dikin, bi lez û bez êrîşan bidin sekinandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hat dayîn de weha hat gotin, “Em mirina herî kêm 10 Filistînî ku di nav wan de extiyar û sivîl û birîndarbûna zêdetir ji 100 kesan di encama êrîşa hêzên Îsraîlî de li bajarê Nablusê li Şerîeya Rojava di 22ê Sibatê de pêk hat, bi tundî şermezar û lenet dikin.”

Di daxuyanîyê de weha hat goti:

“Ji bo rê li ber xirecira tundûtûjiyê li herêmê bê girtin, pêwîst e rayedarên Îsraîlî zû dest ji êrîş û provokasyonên bi vî rengî berdin.

Rehma Xwedê li birayên me yên Filistînî yên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dane, bike, em sersaxiyê ji dewlet û xelkê Filistînê re dixwazin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir