Li Dîyarbekirê di xerakirina avahîyan de xebatên xerakirinê destpêkir

Şaredarîya Bajarê Mezin yê Dîyarbekirê, ji xerakirina 35 avahîyên ku piştî erdhejê ji wan re qerara xerakirinê hatibûn dayîn re xebat dest pê kir.

Ekleme: 21.02.2023 16:15:28 / Güncelleme: 21.02.2023 16:15:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ekîbên Wezareta Veguherîna Îqlîm û Bajarî, Derdorê piştî erdhejê li giştîyê bajêr xebatên tespîtkirina xesaran didomînin.

Di encama xebatan de avahîyên ku xesarên wan zêdene û ji can û malên xelkê re zerarên wan zêde hene hatin tespîtkirin.

Di koordînasyona Wezareta Veguherîna Îqlîm û Bajarî, Derdorê û Şaredarîya Bajara Mezin de li giştîyê bajêr û navçeyên Sûr, Yenîşehîr û rezan di serê ‘ewil de ji 35 avahîyan re qerar hat dayîn ku ew ê bên xerakirin.

Di vê çarçoveyê de ji avahîya ku di Taxa Mewlana Xalid de di seatên serê sibeyê de dest bi xerakirinê kirin. (ÎLKHA)