Li Qersê ji perwerdehîyê re astengîya berfê

Li navçeya Sarîqamîşa Qersê ji ber hewaya xerab ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn.

Ekleme: 21.02.2023 12:55:28 / Güncelleme: 21.02.2023 12:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Qeymeqamtîya Sarîqamîşê ve hat dayîn de, hat destnîşankirin ku li qezayê barîna berfê û bapûk bi bandor e.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li navenda qezayê û gundan di hemû dibistanan de ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn. (ÎLKHA)