Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Kiliçaslan ji xwedîyê xanîyan re bang kir

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Enver Kiliçaslan, ji xwedîyê xanîyên ku piştî erdheja Mereşê fîyeta kirêyan bi fehşîtî zêde kirine re bang kir û got, “Em ji Xwedê bitirsin”

Ekleme: 19.02.2023 11:50:29 / Güncelleme: 19.02.2023 11:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi erdheja Mereşê ku yek ji erdhejên herî wêranker ê cîhanê ye, bi hezaran xanî hilweşiyan û bi deh hezaran xanî jî xera bûn. Hem xwediyê xanî û hem jî kirêdar li maleke nû digerin da ku di zûtirîn dem de eşyayên xwe ji malên xwe yên xerabûyî derbixin û biçin malên nû.

Hin firsedbazên ku ji vê rewşê sûd werdigirin, ji bo kirêya xaniyan buhayên giran danîne û kesên mexdûrên erdhejê zêdetir dibin qurbanî.

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Enver Kiliçaslan di daxuyanîya ku kir de weha got:

“Alîkariya herî mezin a ku xwediyên xaniyan dê ji xwişk û birayên me yên ku di erdhejê de zirar dîtine bikin ew e ku xaniyên xwe bi qasî fîyeta wê bdin kirê. Xêr û mikafata ku em ê di van rojên teng de hessasîyetekî nîşan bidin ji wan rojên dinê pirtir e. Obala dayinê xanîyan a bi fîyeta zêde pir giran e ku meriv jê cesaret bike”

Em ji Xwedê bitirsin!

Em ji Xwedê bitirsin!

Em ji Xwedê bitirsin! (ÎLKHA)